Serhatiya Nuh

  • August 2019
  • PDF

This document was uploaded by user and they confirmed that they have the permission to share it. If you are author or own the copyright of this book, please report to us by using this DMCA report form. Report DMCA


Overview

Download & View Serhatiya Nuh as PDF for free.

More details

  • Words: 1,173
  • Pages: 2
SERHATIYA NUH (Destpêkirin 6-9)

Çaxê ku Xwedê erd û ezman afirandin, her tiþt gelekî qenc bû, lê mirovên pêþî guhê xwe nedidan Xwedê û hê ji hingê ve dinya xerab bû. Kuþtina Habîl bi tenê destpêka zêdebûna xerabiyê bû. Mirov li ser gotinên Xwedê nedifikirîn û nêt û daxwazên dilê wan pîs bûn. Mirov xêrnexwaz bûn, þer dikirin û hevdû dikuþtin. Xwedê li erdê nêrî û dît ku çiqas xera bûye. Erd tije zordarî bûbû, çimkî hemû mirovên li ser erdê, riya xwe xera kiribûn. Xwedê got: «Divê hemû mirovên ku guhê xwe nadin min, bên cezakirin. Ezê mirov, heywan û teyrên ezmên ji ser rûyê erdê xîþ bikim.» Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya. Navê wî Nuh bû. Xwedê ji Nuh re got: «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Di gemiyê de odan çêke û gemiyê ji derve û ji hundir ve zift bike. Divê gemî 133 metran dirêj be, 22 metran fireh be û 16 metran bilind be. Gemiyê sê qat çêke, banê wê jî çêke û deriyê gemiyê bixe teniþta wê. Ezê tofaneke mezin rakim û her tiþtê ku bîhna jiyanê di wî de heye, wê helak bibe. Yên li ser rûyê erdê, hemû wê bimirin. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.» Nuh li gor emrê Xwedê ji darên mezin gemî çêkir û zift lê xist, da ku av nekeve wê. Di gemiyê de gelek ode hebûn, banê wê hebû û pencere û derî di teniþta gemiyê de bûn. Hingê Xwedê ji Nuh re got: «Ji her cûreyê teyr, dewar û heywanan dido dido – nêr û mê – bibe gemiyê, da ku ew bi te re sax bimînin. Û ji hemû heywanên helal ji xwe re heft heft – nêr û mê – bistîne. Û ji her cûreyê xwarinê bi xwe re bibe, da ku ji bo we û wan bibe xwarin. Piþtî heft rojan ezê çil roj û çil þevan baranê bibarînim; ezê her tiþtê jîndar ji ser rûyê erdê xîþ bikim.» Nuh jî her tiþt wek ku Xwedê jê re gotibû kir. Çaxê Nuh 600 salî bû, di meha diduyan de, di roja hevdehê mehê de, hemû kaniyên kûrahiyê derbûn û çaviyên ezmên vebûn û baran çil roj û çil þevan li ser erdê barî. Çaxê tofanê dest pê kir, tam di wê rojê de, Nuh û kurên wî Sam, Ham û Yafet û jina Nuh û her sê bûkên wî ketin gemiyê. Piþtre Xudan derî girt. Û wek ku Xwedê li wî emir kiribû, ji her cûreyê heywan, dewar û teyr, dido-dido li ba Nuh di gemiyê de bûn. Lê hemû mirovên ku guhê xwe nedidan Xwedê li derve man. Li ser erdê çil rojan tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Her tiþtê ku li ser erdê diliviya – teyr, dewar û heywan û her tiþtê ku li ser erdê diþêle – û hemû mirov helak bûn. Tenê Nuh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn, man. Av sed û pêncî rojan li ser erdê bilind ma. Hingê Xwedê Nuh û hemûyên ku pê re di gemiyê de bûn, anîn bîra xwe û ba li ser erdê rakir. Kaniyên kûrahiyê û çaviyên ezmên hatin girtin û baran sekinî. Hin bi hin av ji erdê kiþiya û di roja hevdehê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûniþt. Piþtî çend rojan, Nuh pencera gemiyê vekir û qirik berda. Heta ku av li ser erdê zuwa bû, ew vir ve û wir ve firiya.

Hingê Nuh kevok jî þand, ku bibîne ka av ji ser rûyê erdê kiþiyaye an na. Lê kevokê cih ji xwe re peyda nekir û vegeriya ba Nuh, çimkî av hê jî li ser tevahiya erdê bû. Nuh destê xwe dirêj kir, ew girt û anî gemiyê ba xwe. Piþtî heft rojên din wî carek din kevok berda. Êvarê kevok zivirî ba Nuh û va ye, pelekî zeytûnê yê nû jêkirî di nikulê wê de bû. Hingê Nuh zanî ku av ji ser rûyê erdê kiþiyaye. Piþtî heft rojên din wî cara sisiyan kevok þand, lê ew hew lê vegeriya. Çaxê Nuh 601 salî bû, di roja bîst û heftê meha diduyan de, erd bi tevahî zuwa bû. Hingê Xwedê ji Nuh re got: «Hûn hemû ji gemiyê derkevin.» Li ser vê yekê Nuh û her sê kurên wî û jina wî û bûkên wî derketin û hemû heywan û her teyr ji gemiyê derketin. Nuh ji Xudan re qurban pêþkêþ kir. Wî ji keviran gorîgehek çêkir û çend heywan û teyrên helal anî, serjêkirin û li ser gorîgehê þewitandin, kirin gorî. Xudan ew gorî, yanî qurban, qebûl kirin û bi wan kêfxweþ bû û ji xwe re got: «Fikrên dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab in, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov carek din erdê naxim bin nifirê. Êdî wek ku min kir, ez carek din li her tiþtê jîndar naxim. Heta ku erd bimîne, Çandin û dirûtin, Serma û germî, Havîn û zivistan, Roj û þev Xilas nabin.» Xwedê Nuh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got: «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin. Tirs û heybeta we wê bikeve ser hemû heywan û teyran, ser hemûyên ku li ser axê diþêlin û ser hemû masiyan. Ez her heywana ku dilive didim we ku ji bo we bibe xwarin; wek ku min giya û fêkî dane we, ez niha wan jî didim we. Lê belê goþt bi xwîna wî ve nexwin. Çimkî jiyan di xwînê de ye. Bi rastî, kî xwîna we birijîne, ezê hesabê wê jê bixwazim; ezê wê ji her heywanî û ji her mirovî bixwazim. Her kî xwîna mirov birijîne, Xwîna wî wê bi destê mirov bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkir. Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re û bi hemû heywan, teyr û dewaran re, qayîm dikim. Êdî tofana ku erdê helak bike, hew çêdibe.» Û Xwedê got: «Nîþana peymana ku ez dixim nav xwe û we û her afirînê jîndar, her û her ji bo hemû nifþan ev e: Min keskesor xistiye ewran; ewê di nav min û erdê de bibe nîþana peymanê. Kengê ez ewran bînim ser erdê û keskesor di ewran de bê dîtin, ezê vê peymanê bînim bîra xwe. Êdî ji bo helakkirina her tiþtê jîndar, qet carek din av nabe tofan. Kengê keskesor di ewran de hebe, ezê wê bibînim û ezê vê peymana herheyî bînim bîra xwe.» Kurên Nuh ên ku ji gemiyê derketin, Sam, Ham û Yafet bûn. Hemû mirovên ku li ser rûyê erdê belav bûn, ji wan çêbûn.

© 2007

www.erf.de/kurmanci Hemû maf parastî ne

Related Documents

Serhatiya Nuh
August 2019 14
Nuh
November 2019 32
71_sura Nuh
May 2020 4
071 Nuh
November 2019 14
Nabi Nuh
November 2019 41
Nuh-uohj.pdf
May 2020 4